Elî Babacan wê roja çarşemê partiya xwe ragîhîne

Wezîrê Aboriyê û Cîgirê Serokwezîrê AKP’ê yê berê Elî Babacan ragihand ku wan xebatên xwe yên ji bo partiya nû bi dawî kirine û wê roja çarşemê partiya xwe ragîhînin. 

Wezîrê Aboriyê û Cîgirê Serokwezîrê AKP’ê yê berê Ali Babacan, piştî ji AKP’ê îstîfa kir, ji bo partiyek nû ava bike li gel heyeta xwe çû Wezareta Karên Hundir û serlêdan kir.

Babacan ji bo partiya nû belge teslîmî wezaretê kir. Tê gotin ku Babacan wê navê partiya xwe têxe Partiya Demokrasî û Pêngav (DEVA) ê .

Herwiha lîsteya damezrînerên partiya Elî Babacan jî derhet holê.Lîste ji 90 kesî pêk tê ji wan 27 jin in 16 jî ciwan in. Di nav wan de kurd jî hene.

Elî Babacan di hevpeyvînekê li gel FOX TV de AKP’ê bi hilweşandina Tirkiyê û jiholêrakirina edaletê tewanbar kir û diyar kir ku AKP’ê ji pîvanên xwe yê damezirandinên bi dûr ketiye.

Elî Babacan balkişand li ser hiqûqa li Tirkiyeyê û got: Ger di edaleta welatekî de pirsgirêk hebe dê li wir aramî û xweşî nebe. Wê aborî baş nebe.”

Hêjayê bi bibîrxistinê ye Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu jî ji AKP veqetiya û 13 Kanûna 2019’an partiyek bi navê PÊŞEROJÊ ava kir.

Back to top button