Bilbilê hunera Kurdî Mihemed Şêxo, di salvegera koça xwe ya 31’mîn de tê bibîranîn..

Dibêje, Gava ez mirim gelî zindiya.. Min ne veneşêrin wekû hemiya.. Hemî adara hûn min hişiyar kin da bikim şînî ji bo me hemiya”.. Ev gotinên hunermendê sax û nemir Mihemed Şêxo bavê Felek e.. Îro 31 sal in ku ev hunermendê giranbuha bi can koça dawî kir.. lê heta roja îro bi stran û xazên xwe yên gelêrî li ser zimanê biçûk û mezinan sax û nemir e.

Pêş kevin em ser firazin miletê kurdî..

Ev dengê hunermendê nemir Mihemed Şêxo bavê Felik e ku îro 31 sal ser koça wî ya dawî re derbas dibe..

Hunermenedê binav û deng yê rojavayê Kurdistanê Mihemed Şêxo bi dengê xwe yê zelal û têlên tembûrê êş û dertên Kurdan tanîn ziman.

Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li gundê Xecoka Mezin a bajarê Qamişlo jidayîk bûye.

Mihemed Şêxo di nava malbateke pir feqîr û hejar de mezin dibe…

Mihemed dibistana xwe ya seretayî li gundê Xecokê û navîn jî li Qamişlo diqedîne.

Di refên 7 û 8’an de çavên Mihemed lawaz dibin.

Ji bo ku çavên wî rehet bibin, mamosteyê wî pere jê re kom dikin û wî dişînin Helebê û çavên wî emeliyat dikin.

Mihemed Şêxo ji bo bikeve ezmûnên refa 9’an pere ji bavê xwe dixwaze, lê ji ber ku malbat pir feqîr e, neçar dibe ku dest ji dibistanê berde.

Di 1970’an de jî ji ber pirsgirêkan diçe Libnanê û nêzî 3-4 mehan li wir dimîne, li wir jî bi çend hevalên xwe re koma mûzîkê ya “Serkeftin” ava dike.

Di 1974’an de diçe Başûrê Kurdistanê û li wir di radyoyên kurdî de stranan dibêje.

1975’an jî bi hinek pêşmergeyan re jî derbasî Îranê dibe.

Mihemed Şêxo li Îranê bi Nesrînê re dizewice..

Di 1984’an de jî vedigere bajarê xwe, bajarê evînê… Qamişlo.

Mihemed Şêxo dilê gel bi stranên xwe geş dikir, û tevî ku kesek feqîr bû, hunera xwe ne ji bo baziganiyê pêşkêş dikir.

Mehmûd Ezîz Şakir û Yusiv Berazî jî ji hunermendên ku gelek bandor li Mihemed Şêxo kirine.

Di heman demê de hunermendê mezin Aram Tîgran jî gelek bandor li Mihemed Şêxo kiriye.

Ji ber vê jî ji bo tenê bi kurdî bistêre û derdê Kurdan bîne ziman, di nava jiyana feqîrtiyê de li gelek welatan geriyaye û şewata dilê xwe bi gelê xwe re parve kiriye.

Mihemed Şêxo gelek caran ji ber stranên wî yên niştimanî ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve tê girtin.

Şêxo gelek caran gotiye “Eger ez ji bo mûzîka kurdî neyêm girtin, tê wateya ez ne Kurd im”.

Di sitranekê li ser xwe dibêje: Gava ez mirim gelî zindiya, Min neveşêrin weke hemiya.

Mihemed Şêxo di roja 9’ê Adara 1989’an de li Qamişlo koça dawî dike.

Merasîmê Şêxo ji aliyê 70’î hezar kesî ve li Goristana Hilêliyê hat oxirkirin.

Mihemed Şêxo di dirêjiya temenê xwe de bi sedan stran li ser êş û azarên gelê xwe gotiye.

Heta niha jî stranên Mihemed Şêxo di guhê her kesî de ye.

Back to top button