HRE: Li Efrînê me droneke çeteyan anî xwarê

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan dronek bi bombe ya çeteyên artêşa Tirk a dagirker xistin xwarê.

HRE’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî belav kir:

8`ê Adarê li eniya Efrînê hêzên HRE’ê dronek bi bombe ya çeteyên dewleta tirk anîn xwarê.

Berî niha bi çend rojan HRE’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama çalakiya sabotajê ya 6`ê Adarê li Efrînê hatibû kirin 2 çete brîndar bûne.

Her wiha çeteyên dewleta tirk bê navber bi çekên giran êrîşî Şehba û hin gundên Navçeya Şêrewa dikin.

 

Back to top button