Serokwezîrê Sûdanê Ebdullah Hemdok rastî hewldana kuştinê hat

Serokwezîrê Sûdanê Ebdullah Hemdok rastî hewldana kuştinê hat.

Karwanê Serokwezîrê Sûdanê Ebdullah Hemdok vê sibehê li herêma Kibrî Kobrî ya Xertûmê rastî teqînekê hat.

Li gorî agahiyan, teqîn bi mayinekê pêk hat û di encamê de ti ziyan çênebûn.

Di heman demê de televîzyona Sûdanê ragihand ku Ebdullah Hemdok veguhezî cihekî biewle û hevdîtinên wî yên îro hatin betalkirin.

Heta niha ti aliyan berpirsiyariya siyoqastkirina Ebdullah Hemdok negiriye ser xwe.

Di demê dawiyê de Sûdan, Tûnis, Somal û Lîbyayê rewşek nearam dijîn ku rojane êrîş, teqîn û kuştin li wan deveran pêk tê.

Hin çavdêrên ku rewşa Yekîtiya Efrîqiya dişopînin diyar kirin rewşa nearamiya li dewletên Yekîtiya Efrîqiya bi destê Ixwan El-Muslimun pêk tê.

Back to top button