NAVENDÊN TEVGERA AZADÎ YA CIVAKA KURDISTANÊ BI GIŞTÎ GIRTIN

Asayişa başûrê kurdistanê îro bi îdîaya ku Tevgera Azadî navê xwe li Wezareta Hundirîn qeyd nekiriye, bi darê zorê navendên Tevgerê girtin.

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî Mihemed Ebdulla jî derbarê mijarê de eşkere kir ku girtina navendên wan biryreke siyasiye û got;

Li Iraqê em partiyek fermî hatine qebulkirin.

Lê rêveberiya başûrê kurdistanê ji bo me tune bikin van zext û qanûnan der dixin.

Îro Asayişa başûrê kurdistanê bi îdîaya ku Tevgera Azadî navê xwe li Wezareta Hundirîn ya başûrê Kurdistanê qeyd nekiriye, bi darê zorê navendênTevgerê li gelek bajaran girtin.

Navendên Tevgera Azadî ku ji aliyê Asayişa başûrê kurdistanê hatin girtin evin:

Navenada li Kelarê, Kifrî û navçeya Koyê.

Her wiha Asayîşa Silêmaniyê jî ji Tevgera Azadî xwest ku navenda xwe ya bajarê Silêmaniyê bigire.

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî Mihemed Ebdulla jî derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku girtina navendên wan biryreke siyasiye û got;

Li Iraqê em partiyek fermî hatine qebulkirin.

Lê rêveberiya başûrê kurdistanê ji bo me tune bikin van zext û qanûnan der dixin.

Mihemed Ebdullah eşkere kir ku ev zextane jî ji bo ku têkoşîna wan teng bikin e û ev tişt anî ziman;

Em xwedî helwestekî siyasî, şoreşgerî û ehlaqî ne.

Desthilata Başûrê Kurdistanê xwe radestî dagirkeran dikin.

Bêguman divê li dijî xebat û têkoşîna Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê bin.

Leave a Reply

Back to top button