Hikumeta Iraqê gelo wê aliyên Iraqî bigihên lihevkirinekê?

Li Iraqê ji bo destnîşankirina serokwezîrekî nû, tenê 8 roj mane li pêş serokê Iraqê Berhem Salih , lê serokê Iraqî zehmetiya vê yekê baş dizane, ji lew re danûstandinên ji bo lihevkirina li ser serokwezîr, dûrî qerebalixa ragihandinê dimeşîne. 

Di dema dawî de lîstikvanekî nû li qada Iraqê derket, da ku avakirina her hikûmeteke xwedî îradeyeke ne serbixwe, asteng bike.

Ji ber asta bêmafiyê û talankirina berheman ji aliyê çîna gendel ve, hêrsa gelê Iraqê gihişt lutkeyê.

Gelê Iraqê êdî destwerdana derve qebûl nake.

Ev jî tê wateya ku avakirina hikûmeta nû bêyî desteka bi xwepêşanderan re, ne pêkan e.

Bi vekişandina Mihemed Elawî ji erkê serokwezîrtiya Iraqê re, li pêş serokê Iraqê Berhem Salih tenê 15 roj hene ku serokwezîrekî erkdar bike.

Zehmetiyên li pêş Salih li gel destwerdanên derve, razîkirina xwepêşander û kutleyên parleman ne.

Serokê Iraqê bi daxuyaniyekê banga sekneke netewî di vê rewşa aloz de, li Iraqiyan kir.

Salih daxwaz li Hêzên parlemanî kir ku ji bo gihîştina lihevkirinekê li ser serokê hikumetê, xebateke cidî nîşan bidin.

Ji dema rûxandina rejîma Sedam Husên di sala 2003’an de, Amerîka û Îran ji paş pardeyê bi rêbazên cuda, destwerdanê di nava hikumetê Iraqê de dikin.

Bandora destwerdana her du aliyan li proseya siyasî ya Iraqê gelekî diyar e, ji ber vê yekê binkeftinên avakirina hikumetê berdewam dikin.

Di encamê de senaryo çawa bin û kesayetên dest di proseya siyasî ya Iraqê de werdidin kî bin, eger bernameyên bê yên ji bo avakirina hikûmeta nû bixwaze serkeftinê pêk bîne, divê bi nermbûneke mezin nêzî hêrsa gel bibe. Divê dostê Îranê be, û di heman demê de di bin serweriya Amerîkayê de be.

Back to top button