Ji ber polîtîka û siyasta Erdogan AKP ji hev dikeve

Ji ber polîtîkayên xwe yên hundirîn û derve, AKP roj bi rojê ber bi hilweşînê ve diçe.

Ji damezrênerên partiyê, heta niha bi dehan kesî îstifaya xwe ragihandine û partiyên nû avakirine.

Piştî Ahmed Davutoglu, Elî Babacan jî dazanîn ku ewê partiya xwe di rojên pêş de ragihîne.

Babacan got:

Ji ber polîtîkayên Erdogan yên hindirîn û derve çarenûsa welat ber bi hilweşînê ve diçe û ji ber wê wan biryarek bivî awayî daye.

Pelên payîzê ji darê yek û yek diweşin.

Şeklê dara ku bi gotinên xapandinê hatibû pêçan êdî hêdî hêdî rengê rastiya wiya derdikeve.

Partiya Edalet û Geşbîniyê AKP’ê ku di dema damezirandina xwe de soz da gelên li tirkiyê ewê bê cudahî xizmetê bikin, bi derbasbûna demê re rastiya wiya derket holê.

Partiya qala parastina mafê hemû gelan dikir, veguherî dijberê partiyek faşîst ku êdî dijberiya hemû gelên li tirkiyê kir.

Berxwedaniya li bakurê kurdistanê êdî rastiya rûyê vê deshilatê raxist ber çava hemû cihanê.

AKP û serokê wê Erdogan ku rastî berxwedaniyek bê hempa hat, vê carê di hindirê xwe de jî di hilweşe.

Heta niha ji 10’an damezrênerên partiyê ji ber polîtîkayên Erdogan ji partiyê qut bûn û ji xwere partiyên nû vekirin.

Piştî Ehmed Davutoglu 13’ê Kanûna 2019’an partiya xwe ragihandî weke nîşaneya hilweşîn AKP’ê hatibû şîrovkirin.

Davutoglu ku navê partiya xwe kir “PÊŞEROJÊ” li dijî Erdogan dest bi propagandayê kir.

Elî Babacan wê roja Çarşemê partiya xwe ragihîne

Hewî dawî Wezîrê Aboriyê û Cîgirê Serokwezîrê AKP’ê yê berê Ali Babacan, piştî ji AKP’ê îstîfa kir, ji bo partiyek nû ava bike çû Wezareta Hundir û serlêdan kir.

Babacan ji bo partiya nû belge teslîmî wezaretê kir.

Tê gotin ku Babacan wê navê partiya xwe têxe Partiya Pêngav û Demokrasî (DEVA) ê .

Her wiha lîsteyna damezrînerên partiya Elî Babacan jî derket holê.

Elî Babacan di hevpeyvînekê li gel televsionek Tirkî de, AKP’ê bi hilweşandina Tirkiyê û jiholêrakirina edaletê tewanbar kir.

Babacan diyar kir ku AKP’ê ji pîvanên xwe yê damezirandinên bi dûr ketiye.

Elî Babacan balkişand li ser hiqûqa li Tirkiyeyê û got:

Ger di edaleta welatekî de pirsgirêk hebe wê li wir aramî û xweşî nebe.

Wê aborî baş nebe.”

Back to top button