Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 4 sivîlên din li Efrînê revandin û malên Kurdan desteser kirin.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku istixbarata Tirkiyê roja yekşemê li gundê Tirndê yê Efrînê, 4 sivîl revandin.
ji wan du kes bi navên Nasir Mihemed Hemkih û Henan Qido hatin naskirin.
Her wiha bi hinceta alîkarî ji bo kesên ku ji şerê Idilbê revîne, çeteyan li ser bendên Kontirolê li , bace li ser şêniyên kurd ferz kirine.
Çete malên Kurdan desteser dikin û wan difiroşin
Li aliyekî din Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov teqez kir ku çeteyên dewleta Tirk li herêma Efrînê malên kurdan desteser dikin û di navbera 3 heya 5 hezar Dolar difroşin.