Dozgeriyê 9 sal û nîv li Selçûk Mizrakli birî

Zextên li ser HDP’iyan û girtina siyasetmedaran li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê dewam dike. Îro dozgeriya Tirkiyê 9 sal û nîv cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli birî.

Rûniştina biryarê ya doza Mizrakli li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin.

Mizrakli yê ku beşdarî danişînê nebû bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” hat darizandin.

Piştî parastina parêzeran, dadgehê biryara xwe eşkere kir û 9 sal, 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Mizrakli birî.

Jinên siyasetmedar kişanak û tûncel nehatin berdan

Her wiha Rûniştina doza Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Berê ya DBP’ê Sebahat Tûncel jî hebû.

Rûniştin li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Meletiyê pêk hat.

Şandeya dadgehê biryar da ku bila Tuncel û Kişanak girtî bimînin û rûniştin taloqî 13’ê Nîsanê kir.

Back to top button