Ji ber metirsiyê Vîrûsa Corona, Li Îranê wê 70 Hezar girtiyên din werin berdan

Cihan êdî dixwaze ji kabusa Corona şiyar bibe.

Lê Vîrûs jî her roja ku diçe, bandora xwe ya li ser cihanê zêdetir dike.

Bi belavbûna virûsê re tevî bandora canî, aborî û jiyanî, rastiya hin welatên weke Îranê jî derket holê.

Ji ber metirsiya belavbûna virûsê, wê li Îran 70 hezar girtiyên din jî werin berdan.

Virûsa corona ku bûye metirsiya tevahiya cîhanê, bê navber belav dibe.

Îro jî li Çînê û gelek welatên din rewşên nû hatin tomarkirin û qurbaniyên nû zêde bûn.

Li jêdera virûsê Çînê îro 40 kesên di bi virûsê ketin û 22 kesên din jî mirin.

Yek ji welatên ku ji ber virûsê perîşan bûye, Îran e.

Parlementerekî berê jî di nav de, li qurbaniyan 43 kesên din zêde bûn û jimara giştî ya miriyan gihişt 237.

Ji ber virûsê li parlemento û hemû saziyên dewletê yên Îranê betlane hatibû ragihandin.

Lê ji ber jimara zêde ya miriyan parlementoya bi rewşa awarte, civiya.

Wezîrê Dadê yê Îranê Ebrahîm Raîsî, diyar kir ku ji ber vîrûsê wê di nava vê heftiyê de, 70 hezar girtiyên din jî berdin.

Bi berdana van girtiyan re rastiya rejîma Îranê ya li dijî girtiyan derdikeve holê ku bi hezaran girtî, di zindanê wê de hene.

Lê Wezaretê li ser wê agahî ne da ka girtiyên siyasî ji dikevin ber vê biryarê yan na.

Li Rojhilatê Kurdistanê, Rêveberiya Banka Xwînê ya parêzgeha Kirmaşanê ragihand ku ji ber tirsa belavbûna vîrûsa coronayê, xelk xwînê kêm didin.

Rêveberiyê da zanîn jî ku hinek grupên xwînê ji bo rojekê jî nemane.

Li bajarê Besrayê yê Iraqê kesekî din ku bi virûsê ketibû, jiyana xwe ji dest da.

Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê jî biryar da ku ji roja 11’ê Adarê heya 26’ê Adarê ji bilî wezareta hindirîn û tenduristiyê, tevaya saziyên hikûmetê bibe betlane.

Vîrûsa corona tevgera welateke mezin mîna Amerîka jî pûç kir..

Piştî mirina 22 kesan, Amerîka amadekariya girtina hinek wîlayetên xwe dike.

Virûs bi awayekî berfireh li Ewrupa jî belav bûye.

Piştî Çînê vîrûsê herî zêde bandor li Îtalyayê kir.

Li Îtalyayê ji çaran yekê jimara welat di bin çavdêriya tenduristiyê de ye.

Li Welat 2 kesên ku bi virûsê ketibûn mirin û jimara giştî giha 21.

Li Birîtaniya ji 49 kesên din bi vûrûsê ketin û jimara giştî derket 319’an.

210 kes li Alman ya jî mirin û jimara giştî ya kesên vîrûs derbasî wan bûye jî giha hezar û 112’an

Li Fransa jimara parlementerên bi virûsê ketine bû 6.

Li Rûsyaya ku cîranê Çînê ye jimara kesên bi vîrûsê ketîn jî bû 20.

Back to top button