Erdogan banga piştgirya NATO’yê kir

Di atmosfereke ji nakokiyên di navbera serokkomarê Tirkiyê Erdogan û Yekîtiya Ewropayê de, ji bo dosyaya penaberan, Erdogan îro çû Birukselê.

Erdogan li Birukselê bi Sekreterê Giştî yê NATO’yê, Jens Stoltenberg, re rûnişt.

Erdogan idîa kir ku tenê welatê wî şerê DAIŞ’ê kiriye û destnîşan kir ku ne mafê ti welatekî Ewropî ye ku rewşa mirovî li Sûriyê paşguh bike.

Her wiha darbarê parastina sînorê xwe Ergogan banga piştgiriya NATO’yê kir.

Partiya Rastgir a Fransî: Divê ”YE” cezayan li ser Tirkiyê bisepîne

Hemwextî serdana Erdogan a Birukselê, Seroka Partiya Rastgir a herî mezin li Fransayê bang li YE kir ku li dijî gefên Erdogan, cezayan li ser Tirkiyê bisepîne.

Hikumeta Alman jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew dixwazin di vê rewşa zehmet de piştgiriya Yûnanistanê bikin.

Her wiha seroka komîseriya YE Ursula von der Leyen jî banga dûrxistina penaberan ji ser sînorê Yûnanistanê kir.

Erdogan ji aliyê Kurd û Çepgiran ve hate protestokirin

Li aliyeke din jî li Qada Schûman a li Brûkselê, Erdogan ji aliyê Kurd û çepgiran ve hate protestokirin.

Back to top button