Artêşa Tirk gundê Mawnan ê Hewlêrê bombebaran kir

Balafirên artêşa Tirk, gundekî girêdayî parêzgeha Hewlêr ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Balafirên şer ên dewleta Tirk gundê Mawnan ê bajaroka Qesrê bombebaran kir.

Di encama êrîşê de, xaniyê welatiyekî bi temamî hilweşiya û xaniyên derdorê jî rastî ziyaneke mezin hatin.

Li gorî agahiyên destpêkê di encama bombebaran balafirên Tirkiyê de ziyana canî çênebû, lê li gund ziyaneke mezin ya madî çêbû.

Artêşa Tirk gef li gundên Herêma biradostê xwarin

Duh jî, Artêşa Tirk li gundên herêma Biradostê bi rêya dironên gef li gundiyan xwarin.

Leşkerên Tirk ji gundiyan re gotine ger ew nêzê cihên ku leşkerên Tirk lê bicih bûne bibin, wê gule li wan bireşînin.

Hêjayê bibîrxistinê ye jî, beriya niha artêşa Tirk bi heman rêbazê gef li welatiyên gundê Xelîfan, Daylan ên devera Biradostê xwaribûn.

Back to top button