Gundên Şera yên Efrînê hatin topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrîşên xwe li ser herêma Efrînê zêde kirine, duh êrîşî gundên navçeya Şera ya kantona Efrînê kirin.

Artêşa Tirk, bi obus û doça êrişî gundên Malikiyê û Merenaz ê navçeya Şera ya kantona Efrînê kirin.

Di heman demê de Gundên Eyn Deqne û Şêx Îsa yên kantona Şehbayê ku bi hezaran sivîl lê hene, topbaran kirin.

Têkildarî êrîşan hate zanîn ku zirarên madî çêbûn.

Back to top button