1500 Malbatên Idlibî li herêmên Rêveberiya Xweser in

Bi şerê Rêjîma Sûriyê û dewlta Tirk li Idlibê re, bi hezaran Idlibî ji cih û warê xwe koçber bûn. Hin ji wan piştî ku dewleta Tirk sînor û deriyê xwe ji wan re girtin, derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn.. Niha hezar û 500 malbat di deriyê “Ewn dadat” ê Minbicê re derbasî herêmê bûne..Koçberên derbas bûne diyar kir ku dema wan xwest derbasî xaka Tirkiyê bibin leşkerên tirk gule li wan reşandin û ragihand ku niha li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rewşeke aram de dijîn.

Di dema Rejîma Sûrî êrîşên xwe li dijî Dewleta Tirk û komên li Idlibê berfireh kir, bû sedem bi hezaran xelkê Idlibê ji cih û warê xwe koçber bibin..

Niha jî hejmaerke mezin derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bûne..

Piştî banga Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, bi qasî 1500 malbat di deriyê “Ewn dadat” ê Minbicê re derbasî van herêman bûne..

Niha jî kampeke berfireh li Minbicê ji bo bicihkirina wan koçberan, tê amadekirin..

Di heman demê de hejmareke ji wan koçberan jî li Tebqa û Reqayê di kampên cuda de ne..

Back to top button