Şandeyeke Rûsî serdana Enqere dike

Li gel binpêkirina agirbesta Erdogan-Putin, îro şandeyeke Rûsî serdana Enqereyê dike.

Li gorî Wezareta Parastina dewleta Tirk, îro ev şandeya leşkerî wê bi berpirsine Tirk re rûnên da lihevkirina 5ê Adarê ya navbera herdu aliyan de, nîqaş bikin.

Li ser erdê jî binpêkirina agirbesta Putin-Erdogan di roja xwe ya 5. de dewam e.

Rejîmê gundewarê Idlib û Helebê topbaran kir

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku rejîma Sûrî piştî bêdengiyekê, herêmên Iştibruq li Cisir Şixûr û herêma Sermaniyê li Sehil El-Xab topbaran kir.

Duh jî rejîma Sûrî nuqteyên çeteyan li gundewarê Idlibê ku nuqteyeke dewleta Tirkiye lê ye û bajarokê Dar Izayê yê li gundewarê Helebê kir hedef.

Tirkiye: Egre Rejîmê agirbest binpê kir, em ê bersivê bidin

Der barê vê de, îro wezareta derve ya Tirkiyê ragihand ku “eger rejîm agirbestê binpê bike, ew ê bêyî bersiv nemînin.

Wezareta Tirkî diyar kir ku, ewê bi Rûsiya re 12 km ji rêya M4 biparêzin.

Back to top button