Xelatên Rûmetê bo Rêber Ocalan şaredariyên Îtalî, nerazîbûn nîşanî zextên dewleta Tirk dan

Şaredariyên Îtalyayê ku welatîbûna rûmetê dane Rêber Ocalan, nerazîbûn nîşanî zextên dewleta Tirk dan.

Hejmarek rêxistinên civakî yên sivîl û şaredariyên Îtalyayê, nameyek ji Serokwezîr Giuseppe Conte û Wezîrê Derve Luigi Di Maio re nivîsîn.

Di nameyê de, hate bibîrxistin ku Ocalan 21 sal in li Îmraliyê di odeyeke biçûk de dîlgirtî ye.

Li gorî nameyê, şaredariyên welatîbûna rûmetê dane Ocalan jî bûne hedefa zextên dewleta Tirk.

Di nameyê de, bang li hikumeta Îtalî hate kirin ku rê li ber zextên Tirkiyê werin girtin û hurmet ji vîn û biryarên şaredariyên Îtalî re were nîşandan.

Rêxistinên sivîl û şaredareyên Îtalyayê, her wiha diyar kir ku divê Tirkiyê rêzê ji mafê Ocalan û girtiyên siyasî re bigire.

Hêjayî bibîrxstinê ye, heya niha 11 şaredariyên Îtalî, welatîbûna rûmetê dane Rêber Ocalan, tiştê hiştiye dewleta Tirk bi tundî bertekên nerazîbûnê nîşan bide.

 

Back to top button