Brîtanya: Em rê nadin Îranê çekên nuklerî bi dest bixe

Wezîrê derve yê Brîtanyayê Dominic Raab ragihand ku welatê wî rê nade Îranê çekên nuklerî bi dest bixe û teqez kir, Îran dê ji ber binpêkirina qanûnên navdewletî, were cezakirin.

Raab destnîşan kir ku, bi kirinên xwe yên li Sûriye, Iraq û Tengava Hurmizê, Îran ewlehiya deverê xistiye metirsiyê.

Li aliyekî din, rêveberê ajansa nuklerî ya navdewletî Rafael Grossi bang li Îranê kir, ku di çarçoveya lihevkirina nuklerî de, hevkariyeke yekser û bê kêmayî nîşan bide.

Ajansê berî niha bang li Îranê kiribû ku rê bide lêkolîneran da serdana 2 cihên bi-guman bikin, lê komara îslamî ev daxwaz red kiribû.

Li gorî diplomatan, ev herdu dever girêdayî bernameyên leşkerî yên berê ne û ne yên çalakiyên aniha ne.

Îsraîl jî dibêje, agahiyên nû der barê van bernameyan, di destê istixbarata wê de hene.

Mijarên Girêdayi

Back to top button
Close
Close