Bayik: Siyaseta tecrîdê, siyaseta qirkirinê ye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik syaseta dewleta tirk li Îmraliyê bi armancên polîtîk bi nav kir û diyar kir ku bi siyasetê destketiyên gelê kurd jî dibe hedef.

Her wiha Bayîk behsa Idlibê jî kir û ragihan ku dewleta tirk bi piştgiriya Amerîka û NATO tevdigere .

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bû mêvanê ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV’î û tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan û siyaseta dewelta tirk derbarê koçberan de nirxandin.

Cemîl Bayik diyar kir ku Dewleta Tirk siyaseta xwe ya hundir û derve li ser dijminiyatiya gelê Kurd dimeşîne.

Bayîk nêzîkatiya li dijî Ocalan weke nêzîkatiyên li dijî kurdan bi nav kir û diyar kir ku ev nêzîkatî bi temamî polîtîk e.

Bayik: Şewata li Îmraliyê, siyaset bû!

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê şewata li Îmraliyê bi armanceke polîtîk pênase kir û wiha got:

Her kes dizane 24 saetan Îmrali bi her alî ve di bin kontrolê de ye, li ser qadeke leşkerî heye, kes nikare nêzîkî wê bibe.

Lewma gelê Kurd dema ku agahî bihîst helwesta xwe nîşan da û Li Rêberê xwe xwedî derket .

Ji bo wê neçar man ku bihêlin malbat biçin Rêber Ocalan bibînin.

Bayîk: Tirkiyê bi piştgiriya Amerîka û NATO li Idlibê tevdigere

Cemîl Bayîk derbarê şerê li Idlibê jî diyar kir ku pirsgirêka Idlibê ne tenê pirsgirêka Idlibê ye, pirsgirêka tevahiya Sûriyeyê ye û got:

Dagirkirina Erdogan ji erdê Sûriyê re bi erêkirina Emerîka û Rûsya pêk hat, hêz û ceserata tirkiyê nîn e ku bi serê xwe derbasî Idlibê bibe.

Bayîk diyar kir ku dema tirkiyê ji Idlibê derneket û li gor biryara tevnegerî ji ber ku Emerîka , NATO û Ewropa alîkariya wê kirin.

Bayîk: Dewleta Tirk penaberan weke şantac bi kar tîne

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê behsa penaberên li ser sînorê Yûnanîstanê kir û diyar kir ku pirsgirêkek penaberan, pirsgirêk jî ji aliyê sîstema kapîtalîst modernîteyê ve hatiye afirandin.

Bayîk got:

Tirkiye bi milyonan însa weke çete li Sûriyê bi rêxistin kir û anî tirkiyê, ji ber karibe li ser çeteyan desthilata xwe çêke, ji bo karibe çeteyan mecbûrî xwe bike û çeteyan li gorî armancên xwe bi kar bîne.

Dewleta titk penaberan weke şantac bikar tîne û dibêje eger hûn pereyan nedin min ji bo penaberan, hûn ê alîkariya siyaseta min bikin.

Back to top button