Li nêzî gundê Tel El-Lehim ê rojavayê Til Hemîsê agir bi boriyeke petrolê ket û ji ber wê jî metirsî di nava şêniyan de çêbû.
Îro di saetên sibê de agir bi boriyeke petrolê ya li nêzî gundê Til El-Lehim ê bajarokê Ukaz û derdora wê ket.
Hêzên Ewlekariya Hundrîn û hêzên Hewarî berê xwe da cihê bûyerê.
Tîmên agirkujiyê yên Komîteya Şaredariyan û Parastina Jîngehê ya bajarê Qamişlo agir vemirand.
Ji ber ku hin xetên petrolê, petrol ji ber wan re tê, ev agir derket.
Hevserokê Şaredariya Gel a Til Hemîs Abdulrehîm El-Hadî diyar kir ku eger ev pirsgirêk çareser nebe dibe karesatekê çêbibe.
Şêniyan bang li Desteya Enerjiyê kir ku çareseriyeke bibînin û nehêlin miqdarên zêde ji petrolê di xetan re biherike û xetan sererast bike.