Erdogan li Brukselê daxwaza zêdekirina Pereyê xeracê kir!

Bazirganê koçberan, serokkomarê Tirk Erdogan, duh li Brukselê bi rayedarên yekîtiya ewropayê re runişt.

Lê Erdogan xeraca ku ji bo şantajên xwe xwest bi dest nexist û terka maseya danûstandinan kir.

Serokomarê Tirk Erdogan duh di saetên êvarê de, ji bo hevdîtna bi rayedarên yekîtiya Ewropayê re çû Brûkselê.

Bazirganê koçberan Erdogan, li Brukselê ji aliyê Kurdistaniyan û dostên wan bi çalakiya protestoyê hat pêşwazîkirin.

Erdogan beriya hevdîtina bi rayedarên yekîtiya ewropayê re, bi sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg re rûnişt.

Di hevdîtinê de Erdogan ji bo dagirkeriya xwe ya li Sûriyê ji NATO’yê daxwaza zêdetir piştgiriya ‘vekiri’ kir.

Sekreterê giştî yê NATO’yê Stoltenberg jî bal kişand ku wan heya niha zêdetirî 5 mîlyar dolar alîkarî daye dewleta tirk û da zanîn ku wan dest bi avêtina gavên nû ya piştgiriyê kirine.

Piştî vê yekê Erdogan û wezîrê wî Çavuşoglu, bi seroka komîsyona yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen û serokê konseya yekîtiya ewropayê Charles Michel re civiyan.

Civîn piştî saetek û 45 deqîqe bi dawî bû.

Lê weke ku hatibû plankirin Erdogan beşdarî civîna çapemeniyê nebû û terka avahiya komîsyona ewropayê kir.

Civîna çapemeniyê ya Charles Michel û Ursula von der Leyen jî tenê 11 deqîqe dewam kir.

Charles Michel eşkere kir ku di hevdîtinê de wan fikrên ji hev cuda yên derbarê pêkanîna mutabakata koçberan de û mijara endamîtiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê guftugo kirine.

Michel got ji bo pêkanîna mutabakatê Nûnerê bilind yê têkiliyên derve û polîtikayên ewlehiyê yê yekîtiya ewropayê Josep Borrell û wezîrê dewleta Tirk Çavuşoglu hatin erkdarkirin.

Li gor Michel wê Borrell û Çavuşoglu, di roj û hefteyên pêş de bicivin da ku derheqê pêkanîna mutabakatê de bigihêjin helwesteke hevbeş.

Seroka komîsyona yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen jî qala giringiya ‘vekirî mayina kanalên têkiliyan’, ‘angajmanê çeker’ kir û got ew tevahiya mutabakata 2016’an a koçberan a di navbera Yekîtiya Ewropa û dewleta Tirk de car din dinirxînin.

Von der Leyen got, ‘her xal tê nirxandin û nîqaşkirin’.

Ji xwe, tevlînebûna Erdogan a civîna çapemeniyê jî ev yek nîşan dide.

Li gor rojnameya Ingiliz The Times, di civînê de Erdogan di hevdîtinê de, daxwaza nûkirina mutabakata ku tê de yekîtiya ewropayê soza dayina 6 milyar Euro pere ji bo dewleta Tirk daye û zêdekirina alîkariya maddî, ango pere kir.

Erdogan ku bi vê daxwaza xwe ne gihîşt lihevkirinekî, beyî ku soza rawestandina veguhestina koçberan ber bi sînorê Yunanistanê ve bide, ji nişka ve terka maseya danûstandin kir.

Back to top button