Erdogan daxwaza herêmên bi Petrol ji Rûsya û Amerîkayê dike

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ku her tim idîa dike ku ti tematiyên wî li Bakur û Rojhilatê Sûrî tune ne û armanca wî tenê mirovî ye, vê carê li armancên xwe yên bingehîn mikur tê.

Erdoganê ku beriya niha gelek welat bi dizên petrola Sûriyê tawanbar kiribûn, niha daxwaza pervekirina petrola Bakur û Rojhilatê Sûrî ji Rûsya û Amerîkayê dike.

Derdê me ne petrol e.

Ev axaftina serokkomarê Tirkiyê Erdogan a beriya 3 mehan bû.

Lê niha durûtiya Erdogan eşkere bû û bi axaftina rasterast tematiyên xwe li Sûriyê ragihand.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan piştî ku ji Birukselê vegera, got:

Me ji Rûsyayê xwestiye ku em bi awayekî hevbeş zeviyên petrolê li Sûriyê bi rê ve bibin.

Erdoganê ku beriya niha Amerîka bi dizîna petrola Bakur û Rojhilatê Sûriyê tawanbar kiribû, teqez kir ku ew ê ji Amerîka jî bixwazin ku petrola Sûriyê bi wan re parve bike.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, çavên dewleta Tirk li petrola Sûriyê ye.

Her car jî ji bo destserkirina zeviyên petrola Sûriyê hincetab bikar tanîn.

Herî dawî jî dewleta Tirk penaberên Sûrî yên li Tirkiyê dan pêşiya xwe û hin herêm li Bakurê Sûrî dagir kirin.

Di nav de herêmên petrola Bakur û Rojhilatê Sûrî, Erdogan daxwaza herêmeke bi navê ewle dike.

Dewleta Tirk bi esrar e firehbûna vê herêmê 32 KM û dirêjahiya wê 450 KM be.

Bi vê yekê Erdogan dixwaze herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ku bi petrola xwe zengîn in bike bazareke herêmî-navdewletî û bike bin kontrola xwe de.

Lê tematiyên Erdogan ên di paş rûpoş de, êdî ji her kesî re eşkere ne.

Back to top button