Şêniyên Zirganê kolanên xwe paqijkirin

Bi hatina baharê ve şaredariya Zirganê û ya navçeya Fafinê ya Şehbayê pêngava paqijiyê dan destpê kirin.

Paqijiya biharê ya jingehê ji aliyê xelkên li Dirbesî û navçeyên wê ve despêkir.

Xebatkarên şaredariya Dirbêsiyê jî ji bo piştgiriyê berê xwe da navçeya Zirganê û tevli pêngavê bûn.

Şaredariya Gel jî alav û pêwîstiyên ji bo paqijkirinê dabîn kirin.

Gel û xebatkarên şaredariyê bi hev re kolan bi kolan geriya zibaleya der dor kom kirin.

Li navçeya Fatîne Şehbayê hate destpêkirin

Her wiha Şaredariya Gel a Efrînê jî bi slogana “Bi paqijiyê jiyan geş dibe” dest bi pêngava paqijkirina kolanên navçeya Fafînê kir.

Hat ragihandin ku pêngava paqijkirinê wê li hemû gundewarên navçeya Fafînê jî ji aliyê Komîteya Xizmetguzariyê ya komînan ve dewam bike.

Back to top button