Xelîfe Hefter, Bi serokwezîra Alman Angela Merkel re civiya

Serkêşê Artêşa Niştimaî ya Lîbyayê, Xelîfe Hefter, piştî Fransayê serdana Almanyayê jî kir û bi Angela Merkel re civiya.

Berdevkê Hikûmeta Almanyayê, bi riya daxuyaniyekê da zanîn ku Mûşîr Xelîfe Hefter îro sêşemê bi serokwezîr Angela Merkel re civriya û derbarê rewşa dawî ya Lîbyayê de nîqaş kirin.

Angela Merkel teqez kir ku çareseriya aloziya Lîbyayê, ne bi şer lê bi proseseke siyasî pêkan e, ji bo wê jî pêkanîna agirbestê girîng e.

Macron Piştgirya xwe bi Artêşa Niştîmanî re nîşan da

Duh jî, Xelîfe Hefter, serdana Fransayê kir û bi serokomar Emmanuel Macron re civiya.

Di rûniştinê de, tevî Macron, Serok Erkan û Wezîrên Parastin û Hundirîn jî amadebûn.

Di rûniştinê de rewşa dawî ya Lîbyayê, tê de şerê li dijî terorê û dosyaya koçberiya nerawa hatin nîqaşkirin.

Macron derbarê şerê li dijî terorê de, piştgirya xwe bi Artêşa Niştimanî re anî ziman.

Back to top button