James Jaffrey:Em destekeka bejahî nadin Tirkiyê

Amerîka ragihand ku ji bo şerê li Idlibê ew ê piştevaniyeke leşkerî bejahî nedin Tirkiyê û teqez kir ku pêşketina têkilyên Tirkî-Amerîkî girêdayî aloziya S-400 in. Serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî idîa kir ku helwesta Amerîka derbarê S-400 de nerm bûye.

Nûnerê taybet ê Amerîkayê li Sûriyê James Jeffrey piştî ku gihaşte Birukselê ji rojnamevanan re axivî.

James Jeffrey diyar kir ku ji bo piştevaniya Tirkiyê li Sûriyê welatê wî hemû rêbazan nîqaş dike.

Jeffrey destnîşan kir ku ew nafirkirin piştevaniyeke bejahî bidin Tirkiyê û got:

James Jaffrey:Pêşketina têkilyên me bi Tirkiyê re girêdayî aloziya S-400 e

Pêşketina têkilyên ewlekarî navbera Amerîka û Tirkiyê girêdayî aloziya S-400 in.

Ji aliyê xwe ve serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî ji rojnameya Sebah re xivî û idîa kir ku Amerîka ji bo kirîna Tikriyê ji pergala S-400 re ”nerm” bûye.

Erdogan:Helwesta Amerîka derbarê S-400 de nerm bûye

Erdogan got, Amerîka soza bikar-ne-anîa pergala S-400 ji wan xwestiye.

Piştî hevdîtina dawî ya Erdogan bi hempîşeyê wî yê Rûsyayê re Erdogan ragihandbû ku ew ê pergala S-400 a Rûsî di Nîsana bê de bikar bînin.

Beriya wê jî James Jeffrey ragihandibû ku kirîna Tirkiyê ya pergala S-400 ji bo Amerîka cihê fikaran e.

Back to top button