Corona Cîhanê dîl digire!

Metirsiyek heye ku cihan hemu ji ber wê dinale. Vîrûsa Corona heta niha zêdeyî 4 hezar qurbanî li pey xwe hêlaye. Her wiha li Tirkiyê jî tê gotin, vîrûs derketiye. Îtalya jî ji ber vîrûsê bi giştî ket binçavdêriyê.

Vîrûsa Corona ku ji bajarê Wuhan yê Çînê derket û li cihanê belav bû, bûye sedema metirsiya hevpar a cihanê.

Li Çînê heta niha 3 hezar û 24 kesî jiyana xwe ji dest dane û vîrûs derbasî 80 hezar û 757 kesî bûye.

Li Çînê her çiqasî agahiyên, erênî yên li ser pêşîgirtina vîrûsê tên jî lê, heta niha çareseriyek ji bo vîrûsê ne hatiye dîtin.

Serokê Çînê Şi Cinping’in jî serdana bajarê Wuhan yê ku vîrûs lê derketî kir.

Dewleta tirk ku pesnê xwe dida ku heta niha wan tedbîrên pêwist girtine û ne hiştiye vîrûs derbasî welêt bibe, bi agahiyên nû derket holê ku li welêt dibe vîrûs hebe.

Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê de, ragihand ku dibe li welêt vîrûs hebe.

Ev gotin ji piştî welatiyekî tirk serdana Amarîka kir û vîrûs lê hate tesbîtkirin derket.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku li bajarên cuda yên Irarqê vîrûs derbasî 6 kesên din bûne.

Li gorî daneyên fermî yên Iraqê 60 kes bi vîrûsê ketin û 7 ji wan jiyana xwe ji dest dan.

Rejîma Îranê li şûna ku bi lez û bez li dijî vîrûsê tedbîran bixe meriyetê, bi veşartina agahiyan hate sûcdarkirin.

Piştre jî dest bi teoriyên komployê kir.

Li gorî daneyan hatin eşkerekirin vîrûs derbasî 7 hezar û 161 kesî bûye û 291 kesî ji jiyana xwe ji dest dane.

Awropaya ku ji bo pêşîgirtina vîrûsê bi demê re di nava pêşbaziyê de ye, nekariye rewşa tenduristiya li parzemînê aram bike.

Li Îtaya ku jimara qurbaniya zêde dibe bi biryarekê 60 milyon kes dibin çavdêriyê de ye.

Wezîrê Îtalî Giuseppe Conte li ser ragihandina rewşa awerte ya li welêt axivî û wiha got:

Em hemû ji bo başiya Îtalya neçarin ku dest ji hinek tiştan berdin.

Û pêwiste em vê niha bikin.

Di nava 24 saetên dawiyê de vîrûs li Almanya di 111,

Îspanya 326,

Îsvîçre 42,

Siwêd 45 kesan de hate dîtin.

Her wiha jimar her ku diçe jî zêde dibe.

Li parzemîna Amerîka jî tirsa vîrûsê jiyan tevizandiye.

Li gelek bajar û eyaletên Amarîkayê ji ber metirsiya vîrûsê gel herikîn dikanan.

Back to top button