Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê şaneyek razayî a DAIŞ’ê girt

Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê bi oparasyoneke taybet şaneyeke veşartî ya DAIŞ’ê girt.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê li ser zimanê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê Ebû Leys Xeşam agahî da.

Ebû Leys Xeşam diyar kir ku oparasyon bi agahiyên ji istixbaretên piştrast pêk hatiye.

Di oparasyonê de alavên nû yên peywendiyê û rêjeyek çekên sivik û navîn ketin destê şervanan.

Ebû Leys destnîşan kir ku şane li bajarokê Bisêra û gundewarê wê çalak bû.

Her wiha ev şane ji ber çandina teqemeniyan li hember şervan û talankirina milkên xelkê de gefek bû.

Back to top button