Rûsya gotinên Erdogan ya hilweşandina pergalên asîmanî ên “Panzir” li Idlibê derew derxist.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, gotina Ergdogan a ku artêa Tirk 8 pergalên “Panzir” ya parstina asîmanî li Idlibê hilweşandine, derew derxist.
Li gorî wezareta Rûsî, tenê 4 pergalên “Panzir” li herêma kêmşer ya li Idlibê hebûn û 2 ji wan ziyan dîtibûn û niha jî sererastkirina wan ber û dawî ve diçe.
Wezîrên Parastinê yên Rûsya û Tirkiyê bi hev re axivîn
Li aliyeke din, îro Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê, Sergey Shoygu, bi riya telîfonê bi hempîşeyê xwe yê Tirkî Hulusi Akar re axivî û rewşa Idlibê nîqaş kirin.
Li gorî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, herdu aliyan li vegera armiya li Idlibê nîqaş kirin.
Erdogan: Agirbesta li Idlibê baş bi rê ve diçe
Her wiha îro, di axaftineke Erdogan ji rojnamevanan re got ku agirbesta li Idlibê bi awayekî baş bi rêve diçe û hêviya xwe ji domdariya vê agirbestê re nîşan da.
Îro jî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandibû ku rêjîma Sûrî gundewarê Idlib û Heleb topbaran kiribû.