Erdogan wê Lotkeyekî li stenbolê li dar bixe

Serokomarê Tirkiyê Erdogan, ragihand ku wê derbarê dosyaya koçberan de lotkeyekî bi berpirsên Ewropî re li Stenbolê li dar bixe.

Erdogan di balafira xwe de dema hatina wî ji Birukserlê ji rojnamevanan re aixvî.

Erdogan ragihand ku wê derbarê dosyaya penaberan de, 17’ê mehê, bi serokweîzra Almanya Angela Merkel û serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re bicive.

Erdogan got ku dibe serokweîzrê Brîtanya, Boris Johnson, jî amade bibe û wiha jî lotke wê bibe çaralî.

Erdogan destnîşan kir ku di dema niha wê Tirkiyê deriyên xwe yên sînorî bi Ewropayê re negire û got ku divê Yûnanist deriyên xwe veke.

Erdogan got: Nederbaskirina Yûnanistanê ji koçberên ku li ber sînorên wê kom bûne, sûcek e û em ê hesabê jê bixwazin.

Ev demeke Tirkiyê deriyê xwe yê sînor ji bo koçber derbasî Ewropayê bibin vekirine, wiha jî Tirkiyê koçberan ji xwe re weke kaxezekî zextê li dijî hemû Ewropayê bikar tîne.

Back to top button