Pentagon: Heta S400 li cem Tirkiyê be, em “patriot” nadênê

Wezareta Parastinê ya Amerîka Pentagonê ragihand ku heta Tirkiyê dev ji S400 bernede ew moşekên Patriot radestî wê nakin.

Tê zanîn ji ber kirîna Tirkiyê ji sîstema S400 a Rûsî re, nakokiyên mezin navbera wê û NATO’yê de derketin..

Li gorî daxuyaniyên Amerîka, nabe Tirkiyê S400 û Patriot bi hev re bi dest bixîne.

Berî demekê Wezîrê derve yê Tirkiyê gotibû “ew têkildarî moşekên navborî li benda bersiva Amerîkayê ne.”

Her wiha Nûnerên Amerîka ji bo Sûriyê James Jeffrey gotibû ew ê awayê piştgiriya Tirkiyê bi NATO’yê re gotibûbêj nikin.

Tirkiyê jî dibêje ku, ew ê meha Nîsanê dest bi bikaranîna S400 bike û Amerîkayê jî ji bo vê mijarê hişyariyê dide Tirkiyê.

Back to top button