Cemîl Bayik: Sedemên qetlîamên meha adarê, pirsgirêka Kurd e

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku Newroz sembola li dijî zilam, bêedaletî û geşkirina berxweranê ye.

Bayik teqez kir ku divê gelê kurd li gor rihê Newrozê tevbigere û li dijî Dehaqê nû Erogan yekîtiya xwe avabike.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di bernameya Taybet a Stêrk TV de axivî û bal kişand ser girîngiya pîrozkirina newroza îsal.

Cemîl Bayik di destpêka nirxandina xwe de şehîdên meha Adarê bi bîr anîn û diyar kir ku komkujiyên li dijî kurdan di meha Adarê de pêkhatine di encama ne çareserkirina doza kurd li Tirkiye, Îran, Sûriye, Iraq û Rojhilata Navîn e.

Bayik destnîşan kir ku eger li van dewletan demokrasî hebe wê mafê hemû kesî bihata parastin, ji ber vê yekê divê gelê kurd vê yekê baş binirxîne.

Cemîl Bayik: Divê em bi beşdariya xwe ya Newrozê ve bersivê bidin dagirkeran

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê di berdewamiya axaftina xwe de li ser wateya Newrozê axivî û diyar kir ku Newroz li dijî zilm, bêedaletiyê û geşkirina berxwedanê ye, ji bo wê jî divê gelê kurd yekîtiya xwe, xurtbike û li hemberê zulma dagirkeran têkoşîna xwe mezin bike.

Cemîl Bayik: Em li gorî ratiya Newrozê tevbigerin û li dijî dehaqan bibin yek

Cemîl Bayik rastiya Newrozê bi bîrxist û diyar kir ku çawa Kurdan li dijî Dehaq bûn yek û serkeftin ragihandin, divê em îro jî li dijî Dehaqên nû tifaqên demokrasiyê pêk bînin. Bi tifaqa gelan em dikarin Dehaqên nû wekî Dehaqê di dîrokê de têk bibin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl bal kişand li ser girîngiya pîrozkirina Newroz îsal û ev bang kir:

“Divê gelê me li her cihê tevlê Newrozê bibe. Bi beşdariya xwe bersivê dide siyaseta dagirkeran ku mafê kurdan înkar dikin.

Back to top button