Wezareta parastinê ya Tirkiyê ragihand ku danûstandinên di navbera wan û Rûsyayê de pir baş û erênî bûn.
Wezîrê Tirkî Hulusî Akar got:
Em plan dikin ku di 15ê Adarê de, em û Rûsya dewriyên hevbeş li ser rêya M4 dest pê bikin.
Akar anî ziman jî ku hîna danûstandinên wan û şandeya leşkerî ya Rûsî bi dawî nebûne.
Ji bo pêkanîna lihevkirina Putin û Erdogan a 5ê Adarê, ev danûstandin duh li Enqereyê hatin destpêkirin.
Li ser erdê jî, bêdengî li herêma Putin- Erdogan serwer e û agirbesta Idlibê dikeve roja 6an.