EM Ê GIRTINA BAREGEHÊN TEVGERA AZADÎ BIBIN WEZARETA HUNDIRÎN A RAQÊ

Parlamenterên Tevgera Goran yaên Parlamentoya Iraqê Xalib Mihemed û Şirîn Emîn diyar kirin ku ew ê dosya girtina navendên Tevgera Azadî bibin Wezareta Hundirîn a Iraqê û gotin:

Çawa dibe ku partiyek li Iraqê fermiyeta wê hebe , lê li Herêma başûrê Kurdistanê navendên wê were girtin.

Asayişa herêma başûrê kurdistanê duh bi îdîaya ku Tevgera Azadî navê xwe li Wezareta Hundirîn qeyd nekiriye, bi darê zorê navendên Tevgerê girtin.

Parlamenterên Tevgera Goran yên Parlamentoya Iraqê Xalib Mihemed û Şirîn Emîn der barê mijarê de axivîn.

Parlamenterê Tevgera Goran ya Parlamentoya Iraqê Xalib Mihemed diyar kir ku wê dosya girtina navendên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê bibin Wezareta Hundirîn a Iraqê û got;

Çawa dibe partiyek li Iraqê fermiyeta wê hebe, lê li Herêma Başûrê Kurdistanê navendên wê were girtin.

Ev tê wateya Cûdahî di navbera biryara Qubat Talebanî û bombebarankirina herêma Qendîlê ji aliyê balafirên dewleta tirk ya dagirker ve tuneye.

Her wiha Parlamentera Tevgera Goran Şirîn Emîn serdana endamên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê yên li navenda Kelarê rehîn hatine girtin kir.

Şirîn Emîn diyar kir ku ti belgeyeke fermî nîne ku Asayîşa başûrê Kurdistanê endamên Tevgera Azadî bigrin.

Nayê zanîn ji aliyê kê ve fermana cezakirina wan hatiye dayîn.

Parlamentera Tevgera Goran Şirîn Emîn di dawiyê de wiha got:

kiryarên Asayîşa herêma başûrê Kurdistanê nayên pejirandin.

Ev biryar binpêkirina mafê mirovan, partî û şikandina rûmeta endamên Tevgera Azadî ne.

Leave a Reply

Back to top button