ji ber êşkenceyê, zarokekî Efrînî 16 salî çavê xwe winda kir

Di berdewamiya binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê, zarokekî 16 salî di encama êşkenceyên di zindanên çeteyan de çavê xwe winda kir.

Malpara Efrînpost diyar kir ku zarokê bi navê Hesen Nisro Şikrî yê (16) yê ji gundê Anqelê yê Şiyê di encama êşkenceyên çeteyan çavekî xwe winda kir
Hesen beriya du mehan çeteyan revand bû û ji bo berdanê ji malbata Hesen 3 milyon L.S fidiya Istand.

Çete minareya mizgefta şiyê hilweşand

Li aliyek din li navçeya Şiyê yê Efrînê jî, ji ber kolanadin û lêgerîna şûnwaran ji hêla dewleta Tirk a dagirker, minareya mizgefta navnad bajarê Şiyê hilweşî.

Çavkaniyên herêmî dan zanîn ku mizgeft beriya 150 salî hatiye ava kirin.

Di der bara agahiya ku Rûsiya hewil dide koçberên Efrînê ji Şehbeya ber bi Reqayê bibe. Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed ev agahî red kir.

Ilham Ehmed: Rûsiya ji me daxwaz nekir ku koçberên Efrînê bibin Reqayê

Ilham Ehmed ji mapalara Efrînpos diyar kir ku xwediyên Efrînê yên rastîn hene, ew ji Efrînê ji hêla dagirkeriya Tirkiyê hatin koçberkirin.

Di derbara daxwza Rûsî Ilham Ehmed teqez kir ku ew daxwazek wiha ji Rûsiya ve negirtine, û heke wisa be, ew di çarçoveya guhartina demografiyê ye, mîna komkujiyên ku li dijî Ermeniyan hatine kirin.”

Back to top button