Li Hesekê, şervanê QSD’ê Berxwedan Întiqam hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê QSD’ê Berxwedan Întîqam bi merasîmek girseyî li goristana şehîdan oxirkirin.

Şervanê QSD’ê Beşar El-Mûsa bi nasnav Berxwedan Întiqam di encama bersivdayîna êrîşên dagirkeriya dewleta tirk yê li ser Til Temirê de şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Hesekê ji bo oxirkirina cangoriyê xwe li goristana şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê kom bûn.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Leşkerî ya Hesekê axeftin hate kirin.

Kesên axivî sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê kirin.

Her wiha di merasîmê de nasnameya şervanê QSD’ê Mehmûd Osman bi nasnav Dilyar Akif ê ku li Serê Kaniyê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bû hate eşkerekirin.

Paşê girseya gel cenazeyê şehîd di nava sloganan de oxirkirin.

Back to top button