li dihokê balafirek bêmirov a artêşa tirk ket xwarê

Balafireke bê mirov a artêşa Tirk a dagirker li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê, ket xwarê.

Li gundê Çeqe ya navçeya Amediyê ya Dihokê, balafirek bê mirov ya dewleta Tirk kete xwarê.

Gundiyên heremê yekser bi rêya telefonan, dîmenê bûyerê parvekirin.

Lê nayê zanîn bê ka balafir hatiye xistin, yan jî ketiye xwarê.

Derbarê mijarê heta niha tu daxuyanî nehatiye dayîn.

Li gor agahiyên ku ji heremê hatine bidestxistin, piştî ketina balafira bê mirov a Tirkiyê, liv û tevgera balafirên şer yên dewleta Tirk li heremê zêde bûye.

Back to top button