Şêniyên bajarê Qamişlo, şehîdên êrîşa li dijî Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo ya ku di 11’ê Adara 2014’an de pêk hatibû. bibîranîn.
11’ê Adara 2014’an komek çete êrîşî Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo kirin.
Di encamê de 10 endamên şaredariyê şehîd bûn û hejmarek jî birîndar bûn.
Bi wesîleya salvegera 6’an a komkujiya şaredariyê, şêniyên bajarê Qamişlo serdana Goristana Şehîd Delîl Saroxan kirin.
Şêniyan şehîdên komkujiyê bi bîranîn û gul danîn ser gorên wan.
Piştre, şêniyan berî xwe dan avahiya şaredariyê ya li naverasta sûka bajarê Qamişlo kirin ku êrîş lê hatibû kirin û mûm li ber avahiya şaredariyê vêxistin.