Li dijî baregeheke li bakurê Bexdayê êrîşek bi moşekan pêk hat

Li dijî baregeheke li bakurê Bexdayê ku leşkerên Amerîk tê de hene, êrîşek bi moşekan pêk hat.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlehiya Iraqê hat ragihandin ku 10 moşek ên cûreya “Katyusha” li baregeha Tac a li bakurê Bexdayê ketin.

Li gorî berpirsiyarên Amerîkî di êrîşê de 2 leşkerên Amerîkî û leşkerkî Brîtanî hatin kuştin û zêdeyî 10 jî birîndar bûn.

Hêzên Ewlehiya Iraqê da zanîn ku wan li herêma El-Raşdiyê ya Bexdayê, erebeyeke ku alava avêtina moşekan li ser bû, dîtine.

Beriya niha jî baregehên leşkerî yên Iraqî yên ku hêzên Amerîkî lê hene rastî rêzêrîşên moşekî hatibûn, lê ti alî ev êrîş negirtin ser xwe.

Her wiha derbarê êrîşan de, Amerîkayê, Îran û alîgirên wê tewanbar dike.

Back to top button