
Xebatên Danûstandinên Sûrî-Sûrî bi silogana “Avakirin û Pêşketin” li navçeya Eyn Îsa di roja xwe ya duyemîn de didomin.
Endamê şopandina Danûstandinên Sûr-Sûrî Sîhanok Dîbo semînerek li ser dîroka destûra Sûriyê da.
Semîner bi serenavê “Destûra Sûriyê û pîvanên wê yên sereke” hat dayîn.
Dîbo diyar kir ku destûra Sûriyê ya nû bi guhertinên biçûk di destûra Sûriyê ya heyî de wê were destpêkirin û got:
“Destûra Sûriyê ya heyî nûnertiya gelê Sûriyê nake.
Divê destûra nû li gorî hevpeymana civakî û bi beşdariya hemû aliyan bê çêkirin.”
Sîhanok Dîbo pîvanên destûra Sûriyê ku tê de xalên ‘Erkên hikumeta navendî, erkên hevbeş navbera hikumeta navendî û rêveberiyên xweser ên Sûriyê û erka heyî ya rêveberiyên Xwesriya Demokratîk’ hene, diyar kirin.
Danûstandinên Sûrî-Sûrî bi nîqaşên beşdaran didome.