3 sal di ser damezirandina Rêveberiya sivîl a demokratîk a Minbicê û gundewarên wê re derbas bûn.
Rêveberiyê di her qadan de kedeke mezin da meşandin.
12’ê Adara 2017’an, şêniyên herêmê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarê wê ava kirin.
Sîstema rêveberiyê xwe dispêre rêgezên demokratîk, lihevkirin û hevgirtina tevahiya pêkhateyan bajêr bêy paşguhkirin ti pêkhateyê.
Li dirêjahiya 3 salan, Minbic veguherî cihek ewle û aram, ku çavên tevahiya gelê Sûriyê û koçberên wê lê zivirîne.
Rêveberiya Sivîl di nava 3 salan, ev xebat dane meşandin.
XEBATÊN PERWERDEYÊ
SERERASTKIRINA DIBISTANAN
DIBISTANÊN MINBICÊ KIR MINAREYA ZANISTÊ
322 DIBISTAN BI DANIŞTE KIRIN
3000 MAMOSTE AMADE KIRIN
870 MAMOSTEYÊN WEKÎL TEV LI DEWREYAN KIRIN
DI KAMPÊN MINBICÊ DE, 2 DIBISTAN VEKIRIN
XEBATÊN TENDURISTIYÊ
NAVEND Û NEXWEŞXANEYA FIRTA ÇAKSAZ KIRIN
BEŞA HESTÎ Û YA QETERMÎZÊN PITIKAN AMADE KIRIN
JIMARA TAQÎGEHAN LI NEXWEŞXANEYÊ ZÊDE KIRIN
BEŞA ŞÛŞTINA GURÇIKAN AKTÎV KIR
KOMÎTEYA PARASTINA JI VÎRÛSA CORONA AKTÎV KIR
NAVENDEKÊ JI BO DERMANKIRINA NEXWEŞÊN CORONA AMADE DIKE
XEBATÊN XIZMETGUZARIYÊ
PIRÊN MINBICÊ SERERAST KIRIN
GERACA BOLMAN A TAXA EL-HIZWAN AMADE DIKE
RÊYÊN NÛ VEKIRIN Û 48000 M3. ZIFT KIRIN
TORA KANALÎZASYONÊ BI DIRÊJBÛNA 400 M. DANÎ
PEYKEREK KARKERÊ PAQIJIYÊ DANÎ
XEBATÊN ÇANDINIYÊ
MAZOT JI 3 HEZAR Û 380 ALAVÊN ÇANDINIYÊ RE PÊŞÊKÊŞ KIRIN
RÊDANÊN ÇANDINIYÊ DAN ÇOTKARAN
COTKARÊN ZEVIYÊN WAN ŞEWITÎNE, ALÎKARÎ DAN WAN
ŞITÎLGEHEK NAVENDÎ VEKIR
XEBATÊN ABORÎ
KOPERETÎF BI TEVLÎBÛNA RÊVEBERIYA SIVÎL Û CIVAKÊ AVA KIR
1144 RÊDANÊN KAR LI PÎŞESAZ Û BAZIRGANAN BELAV KIRIN
XEBATÊ JI KOÇBERÊN KAMPÊN MINBICÊ RE JÎ PÊŞKÊŞ DIKIN
KAMPA KOÇBERÊN IDLIBÊ HINDEK MAYE BI DAWÎ BIBE