FARÛQ MAŞÎ: BI KUŞTINA ŞÊXAN DIXWAZIN DI NAVA GELAN DE FITNEYÊ ÇÊBIKIN

Nerazîbûnên li dijî hedefgirtina aramî û ewlehiya herêmê didomin.

Şêxê êla Bûbena Farûq Maşî diyar kir ku baskên îstixbarata AKP’ê hewl didin aramî û ewlehiya herêmên Bakurê Sûriyê têk bibin.

Farûq Maşî got:

Dewleta Tirk bi hedefgirtina rûspiyan dixwaze tevna civakî li herêmê xirab bike.

Şêxê êla Bûbena û hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Farûq Maşî ji ajansa Hawarê re axivî.

Farûq Maşî diyar kir ku aliyên ku dixwazin fîtneyan di navbera gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derbixin, hewl didin ewlehî û aramiya li herêmê têk bibin û got:

Dewleta tirk bi taybet bi rêya hedefgirtina sembolên êlên herêmê û belavkirina hin îdiayên qirêj hewl didin tevna civakî ya Bakurê Sûriyê têk bibin.

Farûq Maşî piştrast kir ku gelên herêmê xwe bi xwe birêve dibin û wiha anî ziman:

Li herêmên ku niha di bin dagirkeriya dewleta tirk de ye hemû kirinên derexalqî û der mirovî pêk tînin.

Her wiha Farûq Maşî balkişand li ser tevlîbêna ciwanan di nava refên QSD’ê de û wiha bi dawî kir;

Ciwanên Bakurê Sûriyê ji bo ku herêmên xwe ji bin dagirkeriya çeteyên DAI’Şê rizgar bikin tevlî refên QSD’ê dibin.

Ji bo wê em bang li hemû şêniyên herêmên Bakurê Sûriyê dikin ku hevgirtin û yekîtiya xwe ava bikin.

Leave a Reply

Back to top button