Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat binçavkirin

Li dijî endam, parlamanter û hevşaredarên HDP’ê operasyonên polîsên AKP’ê berdewam in.

Vê sibehê Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kûtlû ya qeyûm şûna wê hatiye erkdarkirin hat binçavkirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê vê sibê polîsan bi ser mala Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kûtlû de girt.

Piştî lêgerîna li malê polîsan Kûtlû binçav kir û birin Miduriyeta Polîsan a Cizîrê.

Li Rihayê 10 kes hatin binçavkirin

Li Rihayê jî serê sibê zû polîsan bi ser malên gelek parêzer û rêveberên HDP’ê de girt.

Polîsan li malan lêgerîn pêk anî û kelûpelên malê serûbin kirin.

Hat zanîn ku piştî lêgerînê rêveberên HDP’ê jî di nav de 10 parêzer û siyasetmedar bi buhaneya “alîkariya rêxistinê kirine” hatine binçavkirin û ew birine Miduriyeta Polîsan a Rihayê.

Zextên hikumeta faşîst AKP’ê
Polîsan li Amedê 2 parêzer binçav kirin

Net tenê li Rihayê li Amedê jî polisan bi ser mal û buroyên parêzeran de girtin û 2 parêzer binçav kirin.

Back to top button