Meclisa Xweseriya demolratîk a Şengalê: Serhildana 12’ê Adarê bû bingeha şoreşa Rojavayê Kurdistanê

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî bi daxuyaniyekê şehîdên serhildana 12’ê Adarê bi bîr anî.

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku armanca serhildana 12’ê Adarê înkarkirina mafê gelê Kurd bû û teqez kir ku heta niha zihniyeta Rêjîma Bass berdewam dike.

Meclisa Şingalê ragihand ku ji ber siyasta rejîma Bass a nîjadperst, nîvê gelê sûriyê hatiye koçberkirin û axa wê hatiye dagirkirin.

Meclisa Şingalê daxuya kirina ku serhildana 12’ê Adarê bû bingeha çirûsa agirê şoreşa Rojavayê Kurdistanê û teqez kir ku 12’ê Adarê di nav rûpelên dîroka têkoşîna Kurd de cîhê xwe girt û wek serhildanekê hat şîrovekirin.

Back to top button