Komisyona Ewropî îro serdana Atînayê dike

Ji bo dosyaya penaberên ku Erdogan bi ser Yûnanistanê de şandine, îro Komisyona Ewropî serdana Atînaya paytext dike.

Piştî gelek welatên Ewropî xwe dan ber wergirtina hezar û 500 zarokên di biniya 18 salan re, îro seroka komisyonê Ursula von der Leyen dê wergirtina 5 hezar û 500 zarokî bi hikumeta Yûnanî re nîqaş bike.

Ursula dê bi rêxistinên NY û yên xwedîkirin û parastina penaberan re jî bicive.

Duh, Erdogan dîsa gef li welatên Ewropî xwaribû ku, heya YE daxwazên wan bi cih neyîne, ew ê deriyên xwe li pêşiya penaberan negirin.

Back to top button