Wê Amerîka sîstema Petriot li Iraqê bi cih bike

Fermandarê CENTCOM’ê Kenneth McKenzie ragihand ku wan biryar girtiye ku sîstemên parastina hewayî Patritot bişînin Iraqê.

Fermandarê CENTCOM’ê General Kenneth McKenzie di civîna Komîteya Hêzên Çekdar ya Meclîsa Nûneran de axivî û got:

“Ji bo ku em xwe ji êrîşeke muhtemel ya Îranê biparêzin sîstemên parastina hewayî û sîstemên parastina moşekan yên antî balîstîk dişînin Iraqê.”

Beriya demekê jî Pentagon diyar kir ku ji bo ew hêzên xwe biparêzin hewl didin destûrê ji hikûmeta Iraqê bigirin da ku sîstemên parastina hewayî Patriot li Iraqê bi cih bikin.

Back to top button