Çeteyan 2 şêniyên Efrînê revandin û mala şêniyekê desteser kir

Rêxistina mafê mirovan li Efrînê ragihand ku, çeteyên dagirkeriya Tirkiyê, li Efrînê du şêniyan revandin. û mala şêniya bi navê Elmaz Reşîd desteser kir.

Rêxistinê diyar kir ku çeteyan li navenda Efrînê şêniyê bi navê Ciwan Cemîl Îbiş yê(27) ji gundê Kefe Cenê yê Şera, û şêniyê bi navê Ebo Reşîd ji gundê Emarayê yê Mabata, reveandin.

Çavkaniyên herêmî jî diyar kirin ku dema şêniya bi navê Elmaz Reşîd li nexweşxaniyê xwe tedewî dikir, çeteyan deriya mala wê ya li taxa Eşrefiyê ya Efrînê, şikandin û destser kir.

Dagirkeriya Tirk mernariya Mizgefta navçeya şiyê hilweşandin

Li aliyekî din, di der bara hilweşandina çeteyan minareya mizgefta navçeya Şiyê, rêxistina mavê mirovan li Efrînê, wêneya minareyê ya hilweşandî belav kir.

Back to top button