ŞER Û TOPBARAN NAVBERA HÊZÊN REJÎMÊ Û ÇETEYAN DE DIDOME

Komên çete bi fuzeyan herêmên taxên Heleb Cedîdê topbaran kir.

Di encamê de 94 kes birîndar bûn.

Hêzên rejîmê jî herêmên li Cebel Turkmen a gundewarê bakurê Laziqiyê û herêma Til Xettra ya gundewarê Idlibê topbaran kir.

Di encamê de ziyanên maddî çêbûn.

Li aliyekî din jî Serokê Navenda Lihevhatinê ya Rûsya li Sûriyê Sergey Solomatîn diyar kir ku 4 leşkerên Sûriyê li gundewarên Laziqiyê hatine kuştin.

Sergey Solomatîn li ser bûyerê diyar kir ku komeke girêdayî çeteyên Heyet Tehrîr Şam, êrîşî nuqteyên hêzên rejîmê yên li bajaroka Cib Ehmer a gundewarê Laziqiyê kirin û di encamê de 4 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Hemwextî wê çavdêriya Sûrî diyar kir ku balfireke dron êrîşî baregeha Himêmîm kiriye.

Lê sîstema parastinê ya baregehê êrîş bêbandor kiriye.

Li gorî çavdêriyê Îsal zêdetirî 22 êrîşên bi dronan bi ser baregeha Himêmîm de hatiye.

Leave a Reply

Back to top button