Artêşa Iraqê hêzeke nû dişîne Kerkûkê

Li Kerkûkê bi civînekê rewşa ewlehî hate gotebêjkirin û hate ragihandin ku wê hikûmeta Iraqê hêzeke zêdetir bişîne Kerkûkê.

Li Odeya Operasyona Hevbeş a Kerkûkê bi amadebûna Nûnerê Serokwezîrê Iraqê, Fermandarê Polîsên Federal ên Iraqê û Waliyê bi Wekalet ê Kerkûkê civînek berfireh hate lidarxistin.

Piştî civînê Waliyê Kerkûkê yê bi wekalet Rakan Cibûrî diyar kir ku ji bo pêşîgirtina vîrûsê li herêmê ew civiyane û wê tedbîrên pêswist bigrin.

Piştre Fermandarê Odeya Operasyona Hevbeş a Kerkûkê Seîd Herbî axivî û got;

“Di dema borî de, me planên xwe yên ji bo parastina Kerkûkê ji çeteyên DAIŞ’ê yên li başûrê Kerkûkê tund kir.

Di operasyonên me de 23 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Herwiha li Kerkûkê 46 çeteyên tên xwestin hene.

Seîd Herbî diyar kir kir ku ji bo parastina Kerkûkê wê hikûmeta Iraqê hêzên zêdetir bişîne herêmê.

Back to top button