Yekîtiya Ewropa bi Tirkiyê re di danûstandinên berfireh de ye

Têkildarî dosyaya penberan, Yekîtiya Ewropa ragihand ku ew bi Tirkiyê re di danûstandinên berfireh de ne.

Berdevkê Nûnerê Bilind yê Ewlehî û Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê, Peter Stano, teqez kir ku Yekîtiyê ji bo nîqşakirina tifaqa penaberan ya di sala 2016’an de hatî îmzekirin bi Tirkiyê re ketiye danûstandinan.

Peter Stano anî ziman ku ji bo danûstandina navbera herdû aliyan de dewam bike ji dewleta Tirk tê xwestin ku rewşa li ser sînor aram bike.

Stano derbarê gefên dewleta Tirk ên domdar mixabîniya xwe anî ziman.

Duh, serokê dewteta Tirk, Erdogan, dîsa gef li welatên Ewropî xwaribû ku heya welatên Yektîiya Ewropayê daxwazên wan bi cih neynin, ew ê deriyên xwe li pêşiya penaberan negirin.

Back to top button