Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê nuqteyên artêşa Tirk li Mesratayê kirin hedef

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê çend nuqteyên artêşa Tirk li herêma Mesratayê kirin hedef.

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Ehmed El-Mismarî, ragihand ku îro wan çend nuqteyên dewleta Tirk li rojhilatê herêma Mesratayê kirin hedef.

Ehmed El-Mismarî got ku deverên hatin hedfgirtirin komên terorîst li wir kom bûbûn û artêşa Tirk alavên leşkerî bi cih kiribûn.

El-Mismarî teqez kir ku wê li Misratayê hemû armancên ku gefê li artêşa niştimanî dixwin bên armacgirtin.

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê got ku tevgerên çekdarên hikûmeta wîfaqê û artêşa Tirk agiresta hatî ragihandin binpê dike.

Artêşa Niştimanî: Tirkiye piştgirya Ixwanan dike

Her wiha El-Mismarî di hevdîtineke bi kanela Sky News re destnîşan kir ku dewteta Tirk ji sala 2014’an ve li Lîbyayê û piştgiriyê dide tevgera Ixwanan ku ew jî girêdayî DAIŞ û Qaîdeyê ne.

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Ehmed El-Mismarî teqez kir ku gelek belge li cem wan hene ku Tirkiyê çeteyan ji Sûriyê dişîne Lîbyayê.

Back to top button