Hêzên Rejîma Sûrî hemwextî agirbestê, gundewarê Lazqiyê topbaran kir..
Li gorî çavdêriya Sûrî, di dawiya roja 7’an a agirbestê de, ev topbaran pêk hat..
Çavdêriyê diyar kir ku, hêzên Rejîmê derdora herêma Kebanê û rêyên diçin gundewarê Lazqiyê kirin armanc.
Di heman wextê de, bêdengiya li herêma Erdogan û Putin derbasî roja 8’an bûye..
Herî dawî Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar weke serokê xwe gef li Rejîmê xwar û got “Eger agirbest binpê bibe, em ê êrîşî Rejîmê bikin”
Îro jî, wezareta veguhestinê yê rejîma Sûrî ragihand ku “eger lihevkirina Moskovayê” pêk were, ew ê bi temamî rêya M4 a Heleb-Laziqiyê vekin.
5’ê Adarê, lihevkirinek navbera Erdogan û Putin pêk hat, di encamê de agirbesta li Idlibê hat ragihandin û dê korîdoreke ewle bi qasî 12 km. jî li ser vê rêyê were vekirin.